Daxwaza Malikî ji bo girtina pêşiya eşîregerî û mezhebperestiyê li hilbijatinên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284453-daxwaza_malikî_ji_bo_girtina_pêşiya_eşîregerî_û_mezhebperestiyê_li_hilbijatinên_iraqê
Alîkarê serokkomarê Iraqê û serokê hevalbendiya Dewleta Qanûnê li vî welatî daxwaza xwe dûrkirina ji eşregerî û demargirjiyên mezhebî li hilbijartnên parlemanî yên pêşerojê li vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2018 13:12 Asia/Tehran
  • Daxwaza Malikî ji bo girtina pêşiya eşîregerî û mezhebperestiyê li hilbijatinên Iraqê

Alîkarê serokkomarê Iraqê û serokê hevalbendiya Dewleta Qanûnê li vî welatî daxwaza xwe dûrkirina ji eşregerî û demargirjiyên mezhebî li hilbijartnên parlemanî yên pêşerojê li vî welatî kir.

 Li gorî rapora  ISNA`yê, û ji zarê kanala Rûdawê, Nûrî Malikî, alîkarê serokkomarê Iraqê û serokê hevalebdniya  Dewleta Qanûnê li vî welatî li daxûyaniyekê daxwaza beşdariya hemî alî û koman li hilbijartinên  pêşerojê yên parlemana  vî welatî kir.

Malikî her wiha diyar kir: Beşdariya li hilbijartinan dê alîkariya  pêvajoya avedankirina welêt û cihanîna  xwestkên xelkê bike.

Alîkarê serokkomarê Irsqê  di dewamê de  xwest ku xwe ji her cure  eşîregeriyê û demargirjiyên  mezhebî dûr bikin ku piştgiriyê bidine  xala  netewexwazî û yekperçetiya navbera iraqiyan.

 Serokê hevalbendiya  dewleta Qanûnê di dewamê de  xitabî kesên ku dengê xwe didin, got ku bila hêza  berpirsiyarbûna  kandîdayan bi baldarî  hilkolin.

  Wî lidarxistina   hilbijartinên  pêşerojê weke  serketina  ji bo pêvajoya siyasî û van kesan da zanîn ku li Iraqê li dû guherînê ne.

 Vî berpirsê iraqê her wiha got: plana  piraniya siyasî ku hevalbendiya  Dewleta Qanûnê girtiye ber xwe, vê derfetê dide hemî komên ku  dixwezin beşdarê pêvajoya avedankirinê li Iraqê bibin ku bi damezrandina  dewleteke bihêz ku bikaribe xwestekên  xelkê cih bîne, bighêjin armanca xwe û eva nayê wateya  piraniya eşîretî an mezhebî, belkî van kesan digre ber xwe ku bawerî bi  yekitiya  Iraqê û serweriya wê ya neteweyî hene.

 Iraq li 12 Guala tê dê şehedê lidarxistina hilbijartinên parlemanî bona bijartina  endamên parlemanê be.

 Malikî ku  serokatiya  lîsteya  hevalbendiya  dewleta Qanûnê dike, yek ji wan kesan e ku ji bo  bidestxistina  posta  serokwezîriyê hevrikiyê dike.