Fuad Mesûm: Biryara giştpirsiyê bi ser neket/ Êdî ez ne welatîyê Ingilîsê me
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284451-fuad_mesûm_biryara_giştpirsiyê_bi_ser_neket_Êdî_ez_ne_welatîyê_ingilîsê_me
Serokkomarê Iraqê biryara lidarxistina gitpirsiya xweseriya Herêma Kurdistanê serneketî da zanîn û berpirsiyariya vê biryarê ser milê du dewletên Hewlêr û Bexdayê da zanîn. Wî her wiha raghand ku piştî ku posta serokkomariya Iarqê girt istûyê xwe, mafê welatîûnê û vîzeya xwe ya brîtanyayî îbtal kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 11, 2018 12:55 Asia/Tehran
  •  Fuad Mesûm: Biryara giştpirsiyê bi ser neket/ Êdî ez ne welatîyê Ingilîsê me

Serokkomarê Iraqê biryara lidarxistina gitpirsiya xweseriya Herêma Kurdistanê serneketî da zanîn û berpirsiyariya vê biryarê ser milê du dewletên Hewlêr û Bexdayê da zanîn. Wî her wiha raghand ku piştî ku posta serokkomariya Iarqê girt istûyê xwe, mafê welatîûnê û vîzeya xwe ya brîtanyayî îbtal kir.

 Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê Sometiye Newsê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê raghand: Giştpirsiya  Herêma Kurdistana Iraqê wek şêwazekê bo raghandina  xweseriya  herêmê dusrust nebû ji ber ku  xweserî ne meseleyeke şexsî ye û girêdayî bi dewleta navendî ya Iraqê û welatên navçê ye jî, loma ev biryara  giştpirsiyê bi ser neket.

 Mesûm her wiha diyar kir: Hikûmeta herêmê û her wiha  dewleta navendî berpirsê vê biryarê ne, ji ber ku di dereqa du salên derbasbûyî de, rêçareyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên siyasî peyda nekirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe gotûbêjêke cidî nekirin.

  Yûsif Muhemed, serokê berê yê parlemana Herêma Kurdistana Iraqê û ji rêberên  tevgera Gorranê, roja sêşemiyê pêvajoya lidarxistina  giştpirsiya herêmê şaştiyeke  siyasî ya mezin  da zanîn ku dewleta  herêmê hîn ders jê negirtiye.

 Peywendiyên  navbera dewleta navendî û Herêma Kudistana Iraqê piştî lidarxistina  giştpisriya  herêmê rastî  aloziyê hatiye. Kiryara ku li encama wê Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, kiryarên  curbicur ji wan rawestandina  firînên  navneteweyî yên du balefirgehên  Hewlêr û Silêmaniyê bimeşîne û ji hikûmeta herêmê bixweze hemî derbasgehên  sînorî yên bejahiyê radestî dewleta navendî bike.

 Her wiha serokkomarê Iraqê destnîşan kir: Serokkomar, qanûna bûceya dewleta navendî li sala 2018`an  piştî ku ji aliyê parlemanêve  hat pejirandin, werdigire û karzanên hiqûqî li serokkomariyê, îmkana  pejirandina  vê bûceyê bi şerta nebûna  şaştiyên teknîkî an  pirsgirêkên din ji babet qanûnî ve  hildikolin.

  Wî got: Serokkomarne tenê dê şaştî û  xalifînên  muhtemel li bûceyê hilkole û mijara  pişka  Herêma Kurdistanê li bûceya mijara  hilkolandina  serokkomar nîne û  ger li bûceyê şaştiyên qanûnî herin emê wê bişînin parlemanê da ku wê venihêre.

 Parleman roja şemiyê li civîna  xwe ya qanûna  bûceya 2018`an  a Iraqê li halehê danî bo denggirtinê ku fraksiyonên  kurd ji bo protestokirina kêmkirina  pişka herêmê ji sedî 17 ê bo sedî 12 ê boykot kirin û gef xwarin ku  dê ji pêvajoya siyasî ya Iraqê vekişin.

 Ji aliyê din ve Mesûm destnîşan kir: Piştî wergirtina posta  serokkomariya Iraqê, mafê welatîbûnê û her wiha vîzeya Brîtanyayê, radestî wan kiriye.