Fuad Mesûm: Biryara giştpirsiyê bi ser neket/ Êdî ez ne welatîyê Ingilîsê me
Serokkomarê Iraqê biryara lidarxistina gitpirsiya xweseriya Herêma Kurdistanê serneketî da zanîn û berpirsiyariya vê biryarê ser milê du dewletên Hewlêr û Bexdayê da zanîn. Wî her wiha raghand ku piştî ku posta serokkomariya Iarqê girt istûyê xwe, mafê welatîûnê û vîzeya xwe ya brîtanyayî îbtal kir.
Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê Sometiye Newsê, Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê raghand: Giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê wek şêwazekê bo raghandina xweseriya herêmê dusrust nebû ji ber ku xweserî ne meseleyeke şexsî ye û girêdayî bi dewleta navendî ya Iraqê û welatên navçê ye jî, loma ev biryara giştpirsiyê bi ser neket.
Mesûm her wiha diyar kir: Hikûmeta herêmê û her wiha dewleta navendî berpirsê vê biryarê ne, ji ber ku di dereqa du salên derbasbûyî de, rêçareyek ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên siyasî peyda nekirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe gotûbêjêke cidî nekirin.
Yûsif Muhemed, serokê berê yê parlemana Herêma Kurdistana Iraqê û ji rêberên tevgera Gorranê, roja sêşemiyê pêvajoya lidarxistina giştpirsiya herêmê şaştiyeke siyasî ya mezin da zanîn ku dewleta herêmê hîn ders jê negirtiye.
Peywendiyên navbera dewleta navendî û Herêma Kudistana Iraqê piştî lidarxistina giştpisriya herêmê rastî aloziyê hatiye. Kiryara ku li encama wê Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, kiryarên curbicur ji wan rawestandina firînên navneteweyî yên du balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê bimeşîne û ji hikûmeta herêmê bixweze hemî derbasgehên sînorî yên bejahiyê radestî dewleta navendî bike.
Her wiha serokkomarê Iraqê destnîşan kir: Serokkomar, qanûna bûceya dewleta navendî li sala 2018`an piştî ku ji aliyê parlemanêve hat pejirandin, werdigire û karzanên hiqûqî li serokkomariyê, îmkana pejirandina vê bûceyê bi şerta nebûna şaştiyên teknîkî an pirsgirêkên din ji babet qanûnî ve hildikolin.
Wî got: Serokkomarne tenê dê şaştî û xalifînên muhtemel li bûceyê hilkole û mijara pişka Herêma Kurdistanê li bûceya mijara hilkolandina serokkomar nîne û ger li bûceyê şaştiyên qanûnî herin emê wê bişînin parlemanê da ku wê venihêre.
Parleman roja şemiyê li civîna xwe ya qanûna bûceya 2018`an a Iraqê li halehê danî bo denggirtinê ku fraksiyonên kurd ji bo protestokirina kêmkirina pişka herêmê ji sedî 17 ê bo sedî 12 ê boykot kirin û gef xwarin ku dê ji pêvajoya siyasî ya Iraqê vekişin.
Ji aliyê din ve Mesûm destnîşan kir: Piştî wergirtina posta serokkomariya Iraqê, mafê welatîbûnê û her wiha vîzeya Brîtanyayê, radestî wan kiriye.