Bexda û Hewlêrê li ser birêvebirina balafirgehên Herêma Kurdistanê lihev kirine
Adar 10, 2018 13:55 Asia/Tehran
Berdevkê mêdyayî yê serokwezîrê Iraqê basa nêzîkbûna dema ibtalkirina qedexeya ser geştên esmanî yên navnetewî li balafirgehên Herêma Kurdistanê û dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistanê kir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ALETEJAH`ê, Seid Hedîsî li civîneke rojnamevanîyê bi gotina vîya ku Bexda û Hewlêrê li bara birêvebirina balafirgehên Herêma Kurdistanê lihev kirin, dîyar kir: Dema ibtalkirina qedexeya ser geştên esmanî yên navnetewî li balafirgehên Herêma Kurdistanê û dayîna miaşê karmendên vê Herêmê nêzîk bûye.
Hedîsî herwisan got: Miaşên karmendên wezaretxanên Perwerde û Tenduristîyê yê du hefteyên bê werin dayînê.