Mercê Bexdayê ji bo dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistana Iraqê
Endamekî Komsyona Darayîyê ya Parlemana Iraqê ragihand ku serokwezîrê vî welatî dayîna miaşên karmendên Herêma Kuridstana vî welatî bi dayîna nifta bakûra vî welatî bo Bexdayê ve girêdaye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, li halekî ku Heyder Ebadî di mehên buhurî de pêgirî kirîye ku meaşên karmendên Herêma Kurdistanê piştî hilkolandinên pêwîst dê bên dayînê û hefteya buhurî jî bi awayekî fermî ragihand berî Newrozê dê meaşê karmendên Wezareta Perwerde û Wezareta Tenduristîyê bide, Cebar Ebadî parlemanterê iraqî ku kesekî nêzîkî serokwezîr e, got ku dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistanê ji hêla dewleta navendî va mercê xwe heye. Wî got ku mercê dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistanê eva ye ku Herêma Kurdistanê di rojê de 250 hezar bermîlên niftê ku li bûdceya sala 2018`an a Iraqê hatîye kivşkirinê radestî dewleta Iraqê bike.
Vî endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê herwisan got ku heke Herêma Kurdistanê daxwazên Bexdayê bîne cî, meaşên karmendan jî dê qonax bi qonax bên dayînê û deynên Herêma Kurdistanê bo dewleta Iraqê pêşîya dayîna wan nagirin û dayîna miaşê yê ne tenê vî mehê belkî mehên bê de jî berdewam be.