Bexda lê dixebite ku hêzên emerîkî ji Iraqê derxîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284315-bexda_lê_dixebite_ku_hêzên_emerîkî_ji_iraqê_derxîne
Parlemanterekî Iraqê got: Dewleta Iraqê li halê hilkolandina cedwela demê jibo derxistina hêzên biyanî ji axa Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2018 13:52 Asia/Tehran
  •  Bexda lê dixebite ku hêzên emerîkî ji Iraqê derxîne

Parlemanterekî Iraqê got: Dewleta Iraqê li halê hilkolandina cedwela demê jibo derxistina hêzên biyanî ji axa Iraqê ye.

 Li gorî rapora Wai Newsê, Ehmed Bedrî endamê hevalbendiya  neteweyî ya Iraqê li parlemana  vî welatî îro got: Plana   mayîn û xebata  hêzên emerîkî li axa Iraqê tam  propagende û bi xerez e.

 Ehmed Selah Bedrî her wiha got: Hizûra hêzên emerîkî li Iraqê dê gelek nedome.

 Bedrî li bara dirêjbûna mideha mayîna  hêzên biyanî li Iraqê destnîşan kir ku gotinên rayedarên  emerîkî ji bo dewama  mayîna  eskerên wan li Iraqê bona derbelêxistina  li yekperçetiya Iraqê û pêknaîna  aloziyê li welêt tên hilêxistin.

 Eskerên Emerîkayê bi mehna  rawestana li ber terorîstên  DAIŞ`ê li sala 2014`an  piştî çend salan, cardinê vegeryan Iraqê. Li gorî raporan, niha nêzîkî 9 hezar eskerên Emerîkayê Di Iraqê de ne.