Reuters: Heşda Şebî tevlî hêzên ewlehiyê yên Iraqê dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284295-reuters_heşda_Şebî_tevlî_hêzên_ewlehiyê_yên_iraqê_dibe
Li gor nûçeya vê sibê ya Reutersê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî fermanek daye ku anagorî wê gişt hêzên çekdar ji wan Heşda Şebî divê tevlî hêzên fermî yê ewlehiyê bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 09, 2018 10:43 Asia/Tehran
  • Reuters: Heşda Şebî tevlî hêzên ewlehiyê yên Iraqê dibe

Li gor nûçeya vê sibê ya Reutersê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî fermanek daye ku anagorî wê gişt hêzên çekdar ji wan Heşda Şebî divê tevlî hêzên fermî yê ewlehiyê bibin.

Li gor vê nûçeyê anagorî fermana Ebadî hêzên Heşda Şebî û çekdarên din ku tevlî Artêş dikin wê bibin xwediyê wan heq û mafana ku ji bo artêşa Iraqê hatine berçavgirtin û mûçeya wan jî li gor qanûna ku ji artêş re hatiye diyarkirin dibe. Hêzên Heşda Şebî jî herwek hêzên artêş dikarin li zanîngehên leşkarî dersê bixwînin.

Parlemana Iraqê li 26 Mijdara 2016 pêşniyar qanûnek pejirand ku Heşda Şebî dikare tevlî artêş bibe. Pêşniyarqanûna pêkhatina hêzeke fermî ji endamên Heşda Şebî ku li bin çavdêriya Konseya Bilnd a Hêzên Ewlehiya Neteweyî û artêşê bibe piştî çend mehan hilkolandinê li meclisa Iraqê aqubet hat pejirandin û bû qanûn.