Tirkiye û Iraqê mijarên PKK û Kerkûkê hilkolandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284269-tirkiye_û_iraqê_mijarên_pkk_û_kerkûkê_hilkolandin
Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatih Yildiz ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya û amaje bi wê yekê kiriye ku her du alîyan têkildarî mijarên PKK û Kerkûkê gotûbêj kirine. Yek ji fermandeyên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê jî hişyarî da ku ev hêz dê li hember her cure destdirêjiya Tirkiyê ser sînorên Iraqê bêdeng nemînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2018 16:24 Asia/Tehran
  • Tirkiye û Iraqê mijarên PKK û Kerkûkê hilkolandin

Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê Fatih Yildiz ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz civiya û amaje bi wê yekê kiriye ku her du alîyan têkildarî mijarên PKK û Kerkûkê gotûbêj kirine. Yek ji fermandeyên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê jî hişyarî da ku ev hêz dê li hember her cure destdirêjiya Tirkiyê ser sînorên Iraqê bêdeng nemînin.

Fatih Yildiz li ser hesabê xwe yê Twitterê wêneyek belav kiriye û ragihandiye ku ligel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz li ser sekinîna li hemberî PKK`ê li Iraqê, rewşa ewlehiya Kerkûkê û vekirina deriyekî nû yê sînorî ligel Iraqê û çarenivîsa welatiyên Tirkiyê yên li Iraqê hatine desteserkirin axivîne.

Daxuyaniya Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê di demekê de ye ku îro Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand: “Li Iraqê dê operasyoneke dersînorî dijî PKK`ê were kirin, em ê ligel Iraqê ewê opêrasyonê li dar bixin. Me û Iraqê li hev kiriye ku em piştî hilbijartinên wî welatî operasyona dijî PKK`ê bidin destpêkirin.

Ji hêla din ve yek ji fermandeyên hêzên Heşda Şebî yên Iraqê hişyarî da ku ev hêz dê li hember her cure destdirêjiya Tirkiyê ser sînorên Iraqê bêdeng nemînin.

 Kerîm El-Nûrî li hevpeyvîna  bi televîayona Meyadînê li bara gotinên  wezîrê karên derev yê Tirkiyê li bara  îmkana  destpêbûna  operasyona hevpar bi Iraqê re li dijî çekdarên kurd li bakûra Iraqê got: Di destpêkê de ev gotin nîşan didin ku her kes  vî mafî dide xwe ku mafê serweriya Iraqê binpê bike. Em rê andin tu kesî û  em ê li hember her kesê ku bixweze destdirêjiyê ser sînorên Iraqê bike,  rawestin. Reftara Tirkiyê li warê şopandina  dijberên  kurd, neberpirsiyarane û li dijî peywendiyên navbera her du welatan e.

El-Nûrî got: Iraq li vê barê dê li Konseya Ewlehiyê dozê veke.