Emar Hekîm û Selîm Cibûrî bi hev re hevdîtin pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284171-emar_hekîm_û_selîm_cibûrî_bi_hev_re_hevdîtin_pêk_anîn
Emar Hekîm, serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, û Selîm Cibûrî, serokê Meclisa Nûneran a vî welatî, li Bexdayê bi hev re hevdîtin pêk anîn û li ser mijarên curbicur ên wek hilbijartina parlimanê gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2018 16:24 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm û Selîm Cibûrî bi hev re hevdîtin pêk anîn

Emar Hekîm, serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, û Selîm Cibûrî, serokê Meclisa Nûneran a vî welatî, li Bexdayê bi hev re hevdîtin pêk anîn û li ser mijarên curbicur ên wek hilbijartina parlimanê gotûbêj kirin.

Nivîsgeha ragihandinê ya Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, ragihand: Emar Hekîm li hevdîtina bi Selîm Cibûrî re, alûgorên herî dawîn ên siyasî û asoya hilbijartina pêşber, hilkoland û pêgîrî kir: Divê rikeberiya hilbijartinê ya Iraqê, saxlem û li rewşeka aram û guncav be ta ku welatiyên iraqî bikaribin nûnerên xwe yên li parlimana dahatî, bi başî hilbijêrin.

Emar Hekîm, destnîşan kir: Divê dema mayî ya meclisa nûneran a Iraqê ya niha, bi başî were bikaranîn û em qanûnên girîng danin.

Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, herwiha li ser pêwîstiya hevkariyên di navbera Meclis û dewletê de pêgîrî kir û herwiha got: Ew hevkarî  gelek alîkariya serêxwegirtina danîna gelek qanûnan kirine ku meriv dikare balê bikişîne ser qanûna bûcê.

Hilbijartina parlimanî ya Iraqê, wê 12`ê meha Gulana sala 2018`an were lidarxistin.