Terxankirina sedî 10`ê derhata nifta Iraqê bo gelê vî welatî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284119-terxankirina_sedî_10_ê_derhata_nifta_iraqê_bo_gelê_vî_welatî
Endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê ragihand ku bi pejirandina destûra damezirandina şîrketa netewî ya nifta Iraqê, sedî 10`ê derhatên niftê ji bo welatîyan hatîye terxankirinê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 07, 2018 08:22 Asia/Tehran
  • Terxankirina sedî 10`ê derhata nifta Iraqê bo gelê vî welatî

Endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê ragihand ku bi pejirandina destûra damezirandina şîrketa netewî ya nifta Iraqê, sedî 10`ê derhatên niftê ji bo welatîyan hatîye terxankirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Zahir Ebadî endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê got ku sedî 10`ê derhatên niftê piştî cihanîna qanûnê di şeş mehên pêş de yê di navbera welatîyên iraqî de bê parvekirin.

Zahir Ebadî herwisan got: Li vê destûrê hatîye ku sedî 10`ê derhatên niftê wek pişk di navbera welatîyên iraqî de were parvekirinê û sedî 90`ê ya mayî jî bişînin xizîna dewletê.

Vî endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê pêgirî kir ku heke Herêma Kurdistana Iraqê derhatên niftê nede şîrketa netewî ya nifta Iraqê, yê ji par û pişkan bêpar bibe.

Qanûna dameirandina şîrketa netewî ya nifta Iraqê şemîya buhurî hat pejirandin. Iraq di rojê de zêde ji 3 milyon bermîl niftê difiroşe û 37 milyon kes jî nifûsa wê ye.