Terxankirina sedî 10`ê derhata nifta Iraqê bo gelê vî welatî
Endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê ragihand ku bi pejirandina destûra damezirandina şîrketa netewî ya nifta Iraqê, sedî 10`ê derhatên niftê ji bo welatîyan hatîye terxankirinê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Zahir Ebadî endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê got ku sedî 10`ê derhatên niftê piştî cihanîna qanûnê di şeş mehên pêş de yê di navbera welatîyên iraqî de bê parvekirin.
Zahir Ebadî herwisan got: Li vê destûrê hatîye ku sedî 10`ê derhatên niftê wek pişk di navbera welatîyên iraqî de were parvekirinê û sedî 90`ê ya mayî jî bişînin xizîna dewletê.
Vî endamê Komsyona Darayîyê ya Parlimana Iraqê pêgirî kir ku heke Herêma Kurdistana Iraqê derhatên niftê nede şîrketa netewî ya nifta Iraqê, yê ji par û pişkan bêpar bibe.
Qanûna dameirandina şîrketa netewî ya nifta Iraqê şemîya buhurî hat pejirandin. Iraq di rojê de zêde ji 3 milyon bermîl niftê difiroşe û 37 milyon kes jî nifûsa wê ye.