Parlimana Iraqê pişka Herêma Kurdistana vî welatî zêde kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284043-parlimana_iraqê_pişka_herêma_kurdistana_vî_welatî_zêde_kir
Parlemantoya Iraqê şaşîtiyek di nava yasaya budceyê de serast kir û bi vê yekê jî pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê hat zêdekirin. Eva li halekî ye ku Parlimana Navça Kurdistana Iraqê civînên xwe 2 mehan paşda dixe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2018 12:38 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê pişka Herêma Kurdistana vî welatî zêde kir

Parlemantoya Iraqê şaşîtiyek di nava yasaya budceyê de serast kir û bi vê yekê jî pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê hat zêdekirin. Eva li halekî ye ku Parlimana Navça Kurdistana Iraqê civînên xwe 2 mehan paşda dixe.

Endamê Komîta Darayîyê ya Parlemantoya Iraqê Mesûd Heyder  û Ariz Evdila serokê Fraksyona YNK`ê li parlimana Iraqê di daxuyaniyekê de ragihandin, “Me bi nivîsekê daxwaz ji serokatiya parlemantoyê kir, ew şaşîtiya di diyarkirina budceya qerebûkirina fermanberan û fermanberên Herêma Kurdistanê di navde bê serrastkirinê ku li şûna 2 tirlyon Dînar bibe 3 tirlyon Dînar.”

Wan herwisan gotin: Piştî serrastkirina vê şaşîtiyê, pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê dibe 7 tirlyon û nîzîkî 600 milyon Dînarî, bi vê jî pişka Herêma Kurdistanê dibe ji sedî 14.

Endamê Komîta Darayîyê ya Parlemantoya Iraqê Mesûd Heyder herwisan da zanîn ku sibê Sêşemê Parlemantoya Kurdistana Iraqê yê têkildarî budceya Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê civîneke hevbeş di navbera parlemanterên Kurd ên li Bexdayê û parlemantên Herêma Kurdistanê de li dar bixe.

Ji hêla din ve, li halekî ku biryar bû Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê îro têkildarî hilkolandina bûca sala 2018`an a Iraqê ku hatîye pejirandinê civînekê li dar bixe, civînên xwe bi merema pêkanîna komîteyên parlimanî ji bo amadekirina raporên qanûnî 2 mehan paşda xistin.