Mesûm daxwaza lidarxistina civînên lezgîn navbera Bexda û Hewlêrê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284023-mesûm_daxwaza_lidarxistina_civînên_lezgîn_navbera_bexda_û_hewlêrê_kir
Serokomarê Iraqê daxwaza pêkhatina civînên lezgîn û berdewam di asta herî jorê da navbera Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyan kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2018 07:27 Asia/Tehran
  • Mesûm daxwaza lidarxistina civînên lezgîn navbera Bexda û Hewlêrê kir

Serokomarê Iraqê daxwaza pêkhatina civînên lezgîn û berdewam di asta herî jorê da navbera Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina kêşe û nakokiyan kir.

Li gorî rapora ISNA`yê, li gorî nivîsîna rojnameya El Xedê ya çapa Urdinê, Fuad Mesûmê serokoamrê Iraqê li hevdîtina xw eya li bajarê Bexdayê digel Nûnerê Taybet ê Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Yan Kûrbîs, daxawza pêkhatina hevdîtinên lezgîn û berdewam di asta herî jor navebra Berxda û Hewlêrê bona çareserkirina kêşe û nakkiyên heyî kir.

Mesûm li ser girîngiya pêkanîna her cûre hewildanekê ji bo nêzikirina nêrînan û bidestxistina lihevkirinekê navbera Bexda û Hewlêrê ji bo girtina pêşiya qewimîna qeyraneka din li pêwendiyên du aliyan pûiştî pesendkirina bûdceya sala 2018an û kêmkirina pişk û para Hewlêrê têda pêgirî kir.

Her wiha li vê hevdîtinê du aliyan riyên xurtkirina rola NY li warê piştevaniya ji Komîsaryaya Bilind a serbixwe ya Hilbijartinê ji bo lidarxistina Hilbijartina parlimanî ya tê her wiha hilbijartina Konseyên Parêzgehan her wiha rola vê saziyê li warê lezandina bidestxistina Aştiya Civakî, vegeriyana awareyan û avedankirinê hilkolandin.

Nûnerê Taybet ê Sikritirê Giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê, Yan Kûbîs jî raporek ji encama hevdîtinên navneteweyî li bara Irqê raber kir û got: Civaka Cîhanî pêbaweriya xwe bi hêza iraqiyan ji bo derbasbûna ji kêşeyên heyî heye û dil heye ku piştgiriyên xwe ji Iraqê di hemî waran da ji wan lidarxistina hilbijartina plêşerojê bidomîne.