Daxwaza Emar Hekîm bo çareserkirina nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê
Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê li hevdîtina bi serokomarê vî welatî daxwaza şandin û wergirtina peyamên erênî bo çareserkirina nakokiyên navbera Bexda û Hewlêrê kir.
Li giorî rapora Afkar News`ê, Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê, Seyid Emar Hekîm bi Fuad Mesûmê serokomarê vî welatî ra hevdîtinek pêk anî.
Li gorî vê raporê, du aliyan li vê hevdîtinê li bara dawîn guhertinên siyasî her wiha miajrên têkidlarî hilbijartina parlimanî gotûbêj kirin.
Emar Hekîm li vê hevdîtinê li ser pêwîstiya rikeberiya li ser esasa bernameyên hilbijartinê û xwedûrkirina ji her cûre xerakirina siyasî ya hevrikan pêgirî kir.
Wî got: Hilbijartina tê li Iraqê dê vî welatî derbasî qonaxa aramiyê bike. Divê rewşm ji bo serêxwegirtina serketinên siyasî li hemberî pirtsgirêkên heyî were amadekirin.
Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî ya Iraqê her wiha daxwaza şandin û wergirtina peyamên erênî û posîtîv bo çareserkirina nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir. Wî her wiha xwest ku nûvandina firokexaneyan û dayîna meaşa kedakrên Herêma Kurdistana Iraqê were hêsankirin.
her wiha li ser pêwîstiya sozdariya derheq qanûna bingehîn ji bo çareserkirina kêşeyan pêgirî kir.