Hevdîtina serokwezîrê Iraqê digel sikritiriê giştî yê NATO`yê li Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i284013-hevdîtina_serokwezîrê_iraqê_digel_sikritiriê_giştî_yê_nato_yê_li_bexdayê
Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li Bexdayê digel, Yêns Stûlênbêrgê Sikritirê Gişt ê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) hevdîtin û gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 06, 2018 06:35 Asia/Tehran
  • Hevdîtina serokwezîrê Iraqê digel sikritiriê giştî yê NATO`yê li Bexdayê

Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li Bexdayê digel, Yêns Stûlênbêrgê Sikritirê Gişt ê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê Ehdê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li hevdîtina bi Yêns Stûlênbêrgê Sikritirê Gişt ê Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) tevî pêgiriya li hevkariya bi NATO`yê ra li warê têkoşîna dijî têrorîsmê, her wiha got: Hevkariya navbera Bexda û NATO`yê xwedan girîngiyeka taybet e.

Ebadî her wiha amaje bi serketina mezin a hêêzn çekdar ên Iraqê li hembverî DAIŞê kir û got: Îro rojê dor gihîştiye têkoşîna dijî bîrdoziya DAIŞê.

Stûlênbêrg jî bi gotina vê yekê ku Iraqê li bereya pêşîn a têkoşîna dijî têrorîsmê ye, ragihand: NATO alîakriyên xwe bo Bexdayê li warê şerê dijî têrorîsmê didomîne.

Li gorî nûçeyeka din, rayedarekî agah li Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî li parêzgeha Emnbarê li rojavaya Iraqê ragihand ku Heyder Ebadiyê serokwezîr û fermandarê gişt hêzênçekdar ên Iraqê li pey bidesthatina hin zanyariyan li bara hebûna çeteyên DAIŞ`ê li navçeya Hecîmna Sûriyê, li civînekê digel fermandarên ewlehiyê rewşa navçeyê hilkoland.

Vî rayedarî her wiha got: Ebadî li vê civînê riyên parastina erdên Iraqê li ber gefa ketina van têrorîstên bicihbûyî li Hecîna Sûriyê digel fermandarên ewlehiyê hilkoland û lis er hûrgilliyên rewşa ewlehiyê li rojavaya Enbarê agah bû.

Heyder Ebadiyê serokwezîr û fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê roja 9`ê Kanûna 2017an bi frmî ragihand ku axa vî welatî bi tamî ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê rizgar bûye û serêxwegirtina serketina mezin ragihand.