Paqijkirina zêde ji 200 km ji çola rojavaya Enbara Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283979-paqijkirina_zêde_ji_200_km_ji_çola_rojavaya_enbara_iraqê
Fermandehiya operasyona hêzên Heşda Şebî raghand ku hêzên Heşda Şebî zêde ji 20 km ji çola rojava Enbarê li nêzîkî sînorê Sûriyê paqij kirine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2018 13:54 Asia/Tehran
  • Paqijkirina zêde ji 200 km ji çola rojavaya Enbara Iraqê

Fermandehiya operasyona hêzên Heşda Şebî raghand ku hêzên Heşda Şebî zêde ji 20 km ji çola rojava Enbarê li nêzîkî sînorê Sûriyê paqij kirine.

 Li gorî rapora roja duşemiyêya Mêhr Newsê, û ji zarê Bexda El-Yewmê, Qasim El-Muslih, fermandê vê operasyonê got: Paqijkirina 200 km  pêşiya kombûna  terorîstên  ser bi DAIŞ`ê li vê navçê bigre. El-Muslih destnîşan kir: Operasyona  paqijkirinê bi hevkariya  hêzên  garda sînorî didome.

 Fermandehiya Heşda Şebî raghand: Gurdanê 13 û 14` an a Heşda Şebî beşdarê vê operasyonê bûne û dê heya nîveka  navça Ekaşatê û navçên sînorî yên Iraqê li çola Wercê li parêzgeha Enbarê paqij bikin.

 Pêştir jî artêş, polîs, Heşda Şebî, eşîr û hêzên  sînorvaniyê yên bin piştgiriya hêza hewayî ya artêşa Iraqê operasyoneke  berfireh bona  jinavbirina sitargehên  DAIŞ`ê li çola Enbarê li sînorên navbera  Iraq û  Erebistanê cih anîn.

 Heyder Ebadî, serokwezîr û fermendê hêzên  çekdar ên Iraqê, kanûna 2017` an  bi fermî rizgarkirina  axa vî welatî ji lepên DAIŞ`ê û serketina  startejîk raghand lê operasyona  paqijkirinê ji paşmayiyên  DAIŞ` ê hema wisa  didome.