Paqijkirina zêde ji 200 km ji çola rojavaya Enbara Iraqê
Fermandehiya operasyona hêzên Heşda Şebî raghand ku hêzên Heşda Şebî zêde ji 20 km ji çola rojava Enbarê li nêzîkî sînorê Sûriyê paqij kirine.
Li gorî rapora roja duşemiyêya Mêhr Newsê, û ji zarê Bexda El-Yewmê, Qasim El-Muslih, fermandê vê operasyonê got: Paqijkirina 200 km pêşiya kombûna terorîstên ser bi DAIŞ`ê li vê navçê bigre. El-Muslih destnîşan kir: Operasyona paqijkirinê bi hevkariya hêzên garda sînorî didome.
Fermandehiya Heşda Şebî raghand: Gurdanê 13 û 14` an a Heşda Şebî beşdarê vê operasyonê bûne û dê heya nîveka navça Ekaşatê û navçên sînorî yên Iraqê li çola Wercê li parêzgeha Enbarê paqij bikin.
Pêştir jî artêş, polîs, Heşda Şebî, eşîr û hêzên sînorvaniyê yên bin piştgiriya hêza hewayî ya artêşa Iraqê operasyoneke berfireh bona jinavbirina sitargehên DAIŞ`ê li çola Enbarê li sînorên navbera Iraq û Erebistanê cih anîn.
Heyder Ebadî, serokwezîr û fermendê hêzên çekdar ên Iraqê, kanûna 2017` an bi fermî rizgarkirina axa vî welatî ji lepên DAIŞ`ê û serketina startejîk raghand lê operasyona paqijkirinê ji paşmayiyên DAIŞ` ê hema wisa didome.