Emar Hekîm û Heyder Ebadî li bara hilbijartinê hevdîtin pêk anîn
Serokwezîrê û serokê tevegra Hikmeya Neteweyî ya Iraqê ser pêwîstiya girtina pêşiya her cure bêhurmetiya li berbijaran li hilbijartina 12 Gulana 2018an sekinîn.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars Newsê û ji zarê Firat Newsê li daxûayniya serokatiya tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê hatiye: Seyd Emar Hekîm li hevdîtina şeva buhurî bi Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê re , her ser pêwîstiya hevrikiya saxlem û durust û girtina pêşiya her cure îhaneta li berbijaran sekinîn.
Emar Hekîm ji dewleta Iraqê wxest ku bila pêngavên pêdivî ji bo lidarxistina hilbijartinên hilînin û ji bo vegeryana awareyan bo malên xwe, rewşê xweş bikin.
Hekîm li bara aloziya di navbera Bexda û Hewlêr jî destnîşan kir: Gotûbêja ji bo derketina ji vê aloziyê û garantîkirina mesliheta her du aliyan li gor qanûna bingehîn, pêwîst e.
Li vê hevdîtinê her du aliyan ser peywendiyên navbera parleman û dewleta Iraqê ku bû sedema çareserbûna gelek meselan ji wan mesela bûdceyê, gotûbêj kirin. Hilbijartinên parlemana Iraqê dê 12 Gulana 2018`an were li dar xistin. Ev hilbijartin ji ber işkesta DAIŞ`ê li Iraqê pir girigiya xwe heye û hevrikiya ji bo bidestxistina dengên piranî jibo parlemana Iraqê giringiya vê hilbijartinê zêdetir kiriye.
Li hilbiajrtinên parlemanî ya Iraqê, dê pêkhateya kabînê û her wiha serokwezîr, serokkomar û serokê parlemana Iraqê werin kivşkirin.