Emar Hekîm û Heyder Ebadî li bara hilbijartinê hevdîtin pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283975-emar_hekîm_û_heyder_ebadî_li_bara_hilbijartinê_hevdîtin_pêk_anîn
Serokwezîrê û serokê tevegra Hikmeya Neteweyî ya Iraqê ser pêwîstiya girtina pêşiya her cure bêhurmetiya li berbijaran li hilbijartina 12 Gulana 2018an sekinîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 05, 2018 13:20 Asia/Tehran
  •  Emar Hekîm û Heyder Ebadî li bara  hilbijartinê hevdîtin pêk anîn

Serokwezîrê û serokê tevegra Hikmeya Neteweyî ya Iraqê ser pêwîstiya girtina pêşiya her cure bêhurmetiya li berbijaran li hilbijartina 12 Gulana 2018an sekinîn.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars Newsê û ji zarê Firat Newsê li daxûayniya serokatiya tevgera Hikmeya Neteweyî ya Iraqê hatiye: Seyd Emar Hekîm li hevdîtina şeva buhurî bi Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê re , her  ser pêwîstiya hevrikiya saxlem û durust û girtina pêşiya her cure îhaneta li berbijaran sekinîn.

 Emar Hekîm ji dewleta Iraqê wxest ku bila  pêngavên pêdivî ji bo lidarxistina  hilbijartinên hilînin û ji bo vegeryana  awareyan bo malên xwe,  rewşê xweş bikin.

  Hekîm li bara  aloziya di navbera Bexda û Hewlêr jî destnîşan kir: Gotûbêja ji bo derketina  ji  vê aloziyê û garantîkirina mesliheta  her du aliyan  li gor qanûna bingehîn, pêwîst e.

 Li vê hevdîtinê her du aliyan  ser peywendiyên  navbera  parleman û dewleta Iraqê ku bû sedema  çareserbûna  gelek meselan ji wan  mesela bûdceyê, gotûbêj kirin. Hilbijartinên parlemana  Iraqê dê 12 Gulana 2018`an were li dar xistin. Ev hilbijartin ji ber işkesta DAIŞ`ê li Iraqê pir girigiya xwe heye û hevrikiya ji bo bidestxistina  dengên piranî jibo parlemana Iraqê giringiya vê hilbijartinê zêdetir kiriye.

 Li hilbiajrtinên  parlemanî ya Iraqê,  dê pêkhateya  kabînê û her wiha  serokwezîr, serokkomar û serokê parlemana  Iraqê werin kivşkirin.