Destpêbûna operasyona paqijkirinê ya Heşda Şebî li rojava Enbarê
Hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê, îro operasyona paqijkirina çola rojava parêzgeha Enbarê destpê kirin û paqijkirina hin navçan raghandin.
Li gorî rapora Fars Newsê, Qasim Muslih fermandê operasyona Heşda Şebî li daxûyaniyekê raghand ku hêzên Heşdê Şebî operasyona xwe ji bo paqijkirina zêde ji 100 km çarkunc a çola rojava ji navça Ekaşatê li nêzîkî sînor heya Deşt Ul-WErcê ya parêzgeha Enbarê destpê kirine.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Ehdê, di dewama daxûyaniya raghandî ku paqijkirina van navçana dê ser liv û tevgerên yekînên eskerî û pêşdeçûna wan bi bandor be û xêncî wê li gundên vê navçê jî endamên weşartî yên DAIŞê hene.
Li gorî vê raporê, hêzên xwebexş ên gelanî yên Iraqê, Heşda Şebî her wiha , du veşartgehên endamên terorîstî tekfîrî yên DAIŞ`ê li bajarê Felûcê keşf kirin.
Têkildarê vê meselê, kanala Meyadînê raghandin ku hêzên Heşda Şebî yên Iraqê, îro êriş kirin ser meqerên koma terorîstî ya DAIŞê li sînorê bi Sûriyê re û meqerên koma DAIŞê li girika Sefokê li sînorê navbera Iraq û Sûriyê dan ber êrişan.