Ebadî: Pesendkirina bûdceya sala 2018an encama hevkariya parliman û dewleta Iraqê ye
Serokwezîrê Iraqê tevî pîrozkirina pesendbûna qanûna bûdceya sala 2018an li gelê vî welatî, destnîşan kir: Pesendkirina vê qanûnê encama hevkariya parliman û dewleta Iraqê ye.
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê têlêvîziyoniya Sûrmiriyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Bi pesendkirina qanûna bûdceyê, dewlet dikare siyaset û projeyên geşepêdan û xizmetguzariyê û bernameyên xwe yên aborî û civakî cih bîne û berjewendiyên welatiyan û meaşa kedkaran li tevahiya navçeyên Iraqê bide.
Serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya xerckirina bi armanc, zêdekirina çavkaniyên derhata dewletê û zêdekirina çavdêriyan li ser Beytulmalê, ji giştî wezaretxane, navend û rêvebiriyên dewletê xwest ku bi baştirîn awayî erkên xwe cih bînin.
Parlimana Iraqê piştî çend mehan serê axir li civîna xwe ya roja Şemiyê tevahiya xalên qanûna bûdceya sala 2018an pesend kir.
Li vî halî, Arîz Evdillah, serokê fraksiyona Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) li parlimana vî welatî bal kişande ser pesendkirina bûdceya teze ya Iraqê bêyî berçavgirtina xwesteka partiyên kurdan û îdia kir: Beşdariya siyasî li Iraqê piştî pesendkirina vê qanûna bûdceyê bi dawî hatiye.
Heyder Ebadî wek berteka li dijî lidarxistina giştpirsîna cudabûnê li Herêma Kurdistana Iraqê, pişk û para vê herêmê ji bûdceya sala 2018an ku di salên dawî da li pey hevhatina bi Hewlêrê sedî 17 hatibû diyarkirin, heta sedî 12.7ê kêm kir.
Parlementerên kurd li parlimana Iraqê tevî nîşandana nerazîtiya xwe li hemberî vê kiryarê, civînên parlimana Iraqê bona hilkolandina bûdceyê boykot kirin. Lê di adwî da pişk û para sedî 12.67ê ya Herêma Kurdistana Iraqê ji bûdceya giştî li parlimana Iraqê hat pesendkirin.