Ebadî ji ber yasaya butçeyê pîrozbahî kir
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ji ber pesendkirina projeyasaya buçteya sala 2018`ê ji aliyê parlamentoyê ve pîrozbahî li tevahîya gelên Iraqê kir.
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî pesendkirina projeyasayê di daxuyaniyekê de got: “Ji bo derketina yasaya butçeya giştî ya sala 2018`ê, ez pîrozbahiyê li tevahîya xelkê Iraqê dikim.”
Ebadî diyar kir, “Pesendkirina yasaya butçeyê berhema hevkariya herdu dezgehên yasadanan û cîbicîkirinê bû. Bi tevê astengiyên li hember Iraqê, herwiha astengiyên li pey serkeftina li hember DAIŞ`ê, hewldanên me yên ji bo istiqrarê, careke din avakirina herêmên azadkirî dê berdewam bin.”
Di civîna îro ya Parlamentoya Iraqê de ku bêyî beşdarbûna Fraksyonên Kurdistanî hat lidarxistin, projeyasaya butçeya 2018`an a Iraqê hat pesendkirin. Projeyasa ji 58 maddeyan pêk tê.
Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cubûrî jî ragihand, ku daxwazên Kurdan di projeyasaya butçeyê de hatine bicîhkirin.
Lê Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqî Mesûd Heyder got: “Ti daxwazeke Kurdan nehat cîbicîhkirin.”
Kurdan di projeyasayê de dixwestin pişka Herêma Kurdistanê ji %12.6 bibe %17. Lê ev yek nehate cîbicîkirin. Daxwaza duyemîn a Kurdan ew bû, ku amaje bi navê Herêma Kurdistanê were kirin û ev daxwaz pêk hat.
Herwiha sêyem daxwaza Kurdan diyarkirina mûçeyên pêşmergeyan bû. Ji bo pêşmerge mûçeyeke taybetî nehate veqetandin lê weke beşek ji sîstema berevaniya Iraqê amaje hate kirin û di yasayê de cîh girt.