Hişyariya wezîrê karên derve yê Iraqê bo Amerîkayê
Wezîrê karên derve yê Iraqê ragihand ku Bexda hema bi hêz û qawet, li hemberî çêkirina her cure bargehekeî eskerî ya Amerîka li nav Iraqê disekine.
Parlemana Iraqê pêncşemiya bihurî bi qedrzaniya ji hemû hêzên ku li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê, alîkarî dane artêşa vî welatî û ji dewleta Bexdayê jî xwest ku wextekê diyar bike bona derketina hêzên eskerî yên biyanî ji nav axa Iraqê.
Bingehên iraqî ragihandine , niha nîzikî 9 hezar eskerên amerîkî li navaxa Iraqê ne û Amerîka dixebite bargeheke eskerî yê hertimê li nav axa Iraqê çê bike.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Îbrahîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê şeva înê piştî zivirîna ji sefera xwe ya Miskowê , bal kişande ser viya ku Bexda hertim ser hakimiyeta yekparçebûna axa xwe disekine ragihand: Hema piştî jî em dibînin sîbera pêgehên eskerî yên Amerîka li ser welatên wekî Koreya Başûrî, Tirkiye, Japon û gelek ji welatên din ên cîhanê heye ku eva binpêkirina hakimiyeta van welatan e.
Ceferî got: Iraqê li sala 2014 li Konseya Ewlehiya Rêxistina Netewên Yekgirtî, ji hêzên navnetewî bona şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê daxwaza alîkariyê kir û wê çaxê jî gote wan ku ev alîkariyên hanê pêwîst e serweriya Iraqê biparêze , bi curekê ku hêzên amerîkî nikarin bargehên eskerî li nav Iraqê çê bikin.
Wî bal kişande ser viya ku hakimiyet û yekparçetiya axa Iraqê hêla sor e û li ser vê yekê Bexda bi tu aliyekê ra gotûbêjê nake, hedefa sefera xwe ya bo miskowê qahîmkirina peywendiyên di navbera Rûsiya û Îranê daye zanîn.