Goreke komkî yê Mesîhiyan li rojavaya Mûsilê kifş bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283749-goreke_komkî_yê_mesîhiyan_li_rojavaya_mûsilê_kifş_bû
Hêzên ewlehiya Iraqê îro îniyê goreke komkî yê Mesîhiyan li rojavaya Mûsilê kifş kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2018 13:43 Asia/Tehran
  • Goreke komkî yê Mesîhiyan li rojavaya Mûsilê kifş bû

Hêzên ewlehiya Iraqê îro îniyê goreke komkî yê Mesîhiyan li rojavaya Mûsilê kifş kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, ji zarê telivîzyona Rudawê, Bingehekî agehdare ewlehiyê got: Hêzên ewlehiya Iraqê îro îniyê goreke komkî yê Mesîhiyan li rojavaya Mûsilê kifş kirin ku têda 40 meytên kesên hatî kuştin hene û hatiye ragihandin ewna li navça Helîle li nîzikiya Badûşê bi destê terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Hzên ewlehiya Iraqê herwisa roja çarşemiyê jî gorekî komkî li nîzikiya gundê El-Zirke li derûdora bajarê Beacê li bakûra rojavaya Mûsilê peyda kirin û ragihandin ku divê gorê da meytê 100 endamên terorîstên DAIŞ`ê hebûne ku ji ber îcranekirina fermanan û ji ber neyariyên di nav vê grûpa terorîstî hatibûne kuştin.

Li van çend mehên derbasbûyî û piştî işkesta terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê, hêzên ewlehiya vî welatî bi dehan gorên bi kom li navçên azadbûyî ji destê terorîstan kifş bûne.