Goreke komkî yê Mesîhiyan li rojavaya Mûsilê kifş bû
Hêzên ewlehiya Iraqê îro îniyê goreke komkî yê Mesîhiyan li rojavaya Mûsilê kifş kirin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, ji zarê telivîzyona Rudawê, Bingehekî agehdare ewlehiyê got: Hêzên ewlehiya Iraqê îro îniyê goreke komkî yê Mesîhiyan li rojavaya Mûsilê kifş kirin ku têda 40 meytên kesên hatî kuştin hene û hatiye ragihandin ewna li navça Helîle li nîzikiya Badûşê bi destê terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Hzên ewlehiya Iraqê herwisa roja çarşemiyê jî gorekî komkî li nîzikiya gundê El-Zirke li derûdora bajarê Beacê li bakûra rojavaya Mûsilê peyda kirin û ragihandin ku divê gorê da meytê 100 endamên terorîstên DAIŞ`ê hebûne ku ji ber îcranekirina fermanan û ji ber neyariyên di nav vê grûpa terorîstî hatibûne kuştin.
Li van çend mehên derbasbûyî û piştî işkesta terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraqê, hêzên ewlehiya vî welatî bi dehan gorên bi kom li navçên azadbûyî ji destê terorîstan kifş bûne.