Sekinîna wezîrê nifta Iraqê ser hevkariya tev Hewlêrê bona firotina nifta Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283739-sekinîna_wezîrê_nifta_iraqê_ser_hevkariya_tev_hewlêrê_bona_firotina_nifta_kerkûkê
Wezîrê nifta Iraqê duh pêncşemê piştî hevdîtina tev karbidestên derecebilind yên kompaniya Rûsniftê ragihand: Dewleta Bexdayê amadeye bona firotina nifta Kerkûkê ji rêya Bendera Cîhan a Tirkiyê hev Hewlêrê hevkariyê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2018 12:55 Asia/Tehran
  • Sekinîna wezîrê nifta Iraqê ser hevkariya tev Hewlêrê bona firotina nifta Kerkûkê

Wezîrê nifta Iraqê duh pêncşemê piştî hevdîtina tev karbidestên derecebilind yên kompaniya Rûsniftê ragihand: Dewleta Bexdayê amadeye bona firotina nifta Kerkûkê ji rêya Bendera Cîhan a Tirkiyê hev Hewlêrê hevkariyê bike.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Cebar El-Lueyîbî wezîrê nifta Iraqê li hevdîtina xwe ya duh pêncşemê tev karbidestên derecebilind yên kompaniya Rûsniftê herwisa ragihand ku Bexda tev kompaniyên biyanî ku bixwazin li seneta nifta Iraqê sermayeguzariyê bikin jî hevkariyê dike.

Wezîrê nifta Iraqê ragihand: Hinek ji projên jêravahiyê yên seneta nifta Iraqê jî li halê îcrabûnê ne.

Cebar El-Lueyîbî  herwisa ji kompaniyên niftî yên cîhanê jî xwest bilî rêzgirtina bi yekparçetiya axa Iraqê, tev dewleta Bexdayê rêketinnamên niftî girê bidin.

Wezîrê nifta Iraqê li halekê van gotinan tîne ziman ku kompaniya rûsî ya Rûsnift li sala bihurî du rêketinnamên niftî tev Herêma Kurdistana Iraqê girêdaye.

kompaniya Rûs Niftêsalek berî niha ragihand: Hevhatinameyek tev Herêma kurdistana Iraqê re  wajo kiriye ku li gor wê ji sala 2017an  heya sala 2019`an  nifta xav ji Kurdistana Iraqê bikre û bipale.

 Îgor Şêçîn serokê kargêr ê şîrketa Rûs Niftê hêvî kir: Bi hevkariya  Herêma Kurdistana Iraqê bazarên nû ji bo nifta vê navçê peyda bibe.

 Şîrketa Rûs niftê yekim şîrketa mezin a niftê ye ku  diravê nifta xav pêştir  dide.

 Niftkêşa MINERVA SOPHIA nifta xav a Herêma Kurdistana  Iraqê ji bendera Cîyhanê ya Tirkiyê biguhezîne  bendera  Têrîsêtê ya Îtalyayê û barê niftê ji vê benderê bi boriyê bo palîngehên şîrketa rûs niftê li Almanyayê were pompajkirin.

 Li gorî rapora qanûna bingehîn a Iraqê,  derxistin, behrewergirtin û derfirotina  nifta navçên curbicure  vî welatî divê ser zîna  dewleta navendî ya  Iraqê cih were, lê dayira xwecî ya Herrêma kurdistana Iraqê, nifta vê navçê bêyî berçavgirtina  xalên qanûna bingehîn  difroşe.