Rêketin ji bo derketina eskerên Amerîka ji Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283731-rêketin_ji_bo_derketina_eskerên_amerîka_ji_iraqê
Nûnerê parlemana Iraqê ragihand ku Serokwezîrê vî welatî tev aliyê amerîkî bona derketina hêzên vî welatî ji nav Iraqê axivtiye û qirar e plan û bernameyek bona derketina van hêzan bê dayîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 02, 2018 10:01 Asia/Tehran
  • Rêketin ji bo derketina eskerên Amerîka ji Iraqê

Nûnerê parlemana Iraqê ragihand ku Serokwezîrê vî welatî tev aliyê amerîkî bona derketina hêzên vî welatî ji nav Iraqê axivtiye û qirar e plan û bernameyek bona derketina van hêzan bê dayîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars Newsê, Casim Muhemed Cefer parlemanterê Iraqê û endamê hevalbendiya Dewleta Qanûnê duh pêncşemê got: Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê gotiye aliyê amerîkî ku gelê Iraqê naxwazin hêzên eskerî yên Amerîka li Iraqê pêgehên eskerî hebin.

Wî got: Helbet îhtimal heye Waşîngton li Herêma Kurdistana Iraqê pêgehên eskerî çê bike ku eva derveyî îradeya dewleta navendî ya Bexdayê ye.

Hema li vê çarçîvê parlemana Iraqê duh pêncşemê qanûnek pejirand ku li gor vê qanûnê pêwîst e planek bona derketina hêzên eskerî yên biyanî ji nav axa Iraqê li dem û gavên kifşbûyî bê diyarkirin.

Hin berpirsên amerîkî vê dawiyê îdia kirine ku leşkerên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê, wê ji bo demeke dirêj li wan deran bimînin.

Ev helwêsta rastî berteka tund û nerizamendiên li Iraqê hatiye û gelek nûnerên parlemana Iraqê ji Bexdayê xwestine ku demlidest dosya hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê girêde.

Amerîka di sala 2011`an de leşkerên xwe ji Iraqê derxistin, lê di sala 2014`an de û piştî pêkanîna DAIŞ`ê, careka din ew şandine Iraqê bi awayekî ku niha nêzî 5000 leşkerên amerîkî li Iraqê ne.