Parlimana Iraqê: Bila dewlet xişteya demê ya derketina hêzên bîyanî amade bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283665-parlimana_iraqê_bila_dewlet_xişteya_demê_ya_derketina_hêzên_bîyanî_amade_bike
Parlimana Iraqê bi awayekî fermî ji dewleta vî welatî xwest ku xişteya dema derketina hêzên bîyanî ji wan leşkerên amerîkî ji axa Iraqê amade bike û ragihîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2018 13:07 Asia/Tehran
  • Parlimana Iraqê: Bila dewlet xişteya demê ya derketina hêzên bîyanî amade bike

Parlimana Iraqê bi awayekî fermî ji dewleta vî welatî xwest ku xişteya dema derketina hêzên bîyanî ji wan leşkerên amerîkî ji axa Iraqê amade bike û ragihîne.

Bi dû işkesta koma têrorîst a DAIŞ`ê, dewama mayîna hêzên bîyanî ji wan leşkerên amerîkî li Iraqê di nava gel û komên sîyasî yên Iraqê de bûye mijara sereke ya nîqaşan.

Li gorî rapora malpera ajansa nûçan a El Meilûmê, endamên parlimana Iraqê îro l icivîna xwe qedrê hemî welatên li şerê dijî DAIŞ`ê pişta Iraqê girtin girtin û ji dewleta vî welatî xwestin ku xişteya dema derketina hêzên bîyanî ji axa Iraqê amade bike.

Berî vîya komsyona ewlehî û berevanîyê ya parlimana Iraqê li nameyekê jibo Heyder Ebadî serokwezîrê vî welatî ji wî xwestibû ku têkildarî mayîna eskerên amerîkî li Iraqê bersivê bide.