Zêde ji hezar aware vegeryan Hewîca Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283647-zêde_ji_hezar_aware_vegeryan_hewîca_iraqê
Wezareta koçberiyê ya Iraqê raghand: Zêde ji hezar awareyên iraqî vegeryan malên xwe li bajarê Hewîcê û navçên derdora wê li parêzgeha Kerkûka bakurê Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2018 08:32 Asia/Tehran
  •  Zêde ji hezar aware vegeryan  Hewîca Iraqê

Wezareta koçberiyê ya Iraqê raghand: Zêde ji hezar awareyên iraqî vegeryan malên xwe li bajarê Hewîcê û navçên derdora wê li parêzgeha Kerkûka bakurê Iraqê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, û ji zarê ajansa  El-Şerq El-Ewsetê, Elî Ebas Cehangîr, alîkarê rêvebirê giştî yê karûbarên  beşa Wezareta Koçberiya Iraqê roja çarşemiyê bal kişand ser vê yekê ku zêde ji hezar awareyên  iraqî bi hewahengî û alîkariya  hêzên li dijî terorîzmê li Iraqê  vegeryane malên xwe li Hewîcê û got: Pêvajoya vegeryana  awareyan ji kampan bo malên  wan li rojên tê dê zêdetir bibe.

15 Sibata 2018`an jî Wezareta koçberiyê ya Iraqê li bara vegeryana 320 malbatan bo bajarê El-Qaimê li parêzgeha  Enabrê û bajarê Ezîz li parêzgeha  Selahedînê li vî welatî agahî dabû.

 Artêşa Iraqê 5 Cotmeha 2017` an  raghand ku hêzên  vî welatî bajarê Hewîcê û derdora wê ji lepên DAIŞ`ê azad kirin.

Koma  terorîstî ya DAIŞ`ê, Hezîrana sala 2014`an  kontrola bajarê Hewîcê li rojava  Kerkûkê û çar beşên  wê  girtin dest xwe.

 Hewîce yek ji meqerên  sereke yên DAIŞ`ê li Iraqê bû û ev koma terorîstî di dema dagirkirina  vî bajarî cinayetên  bi xof li dijî xelkê wê cih anî.