Zêde ji hezar aware vegeryan Hewîca Iraqê
Wezareta koçberiyê ya Iraqê raghand: Zêde ji hezar awareyên iraqî vegeryan malên xwe li bajarê Hewîcê û navçên derdora wê li parêzgeha Kerkûka bakurê Iraqê.
Li gorî rapora IRNA`yê, û ji zarê ajansa El-Şerq El-Ewsetê, Elî Ebas Cehangîr, alîkarê rêvebirê giştî yê karûbarên beşa Wezareta Koçberiya Iraqê roja çarşemiyê bal kişand ser vê yekê ku zêde ji hezar awareyên iraqî bi hewahengî û alîkariya hêzên li dijî terorîzmê li Iraqê vegeryane malên xwe li Hewîcê û got: Pêvajoya vegeryana awareyan ji kampan bo malên wan li rojên tê dê zêdetir bibe.
15 Sibata 2018`an jî Wezareta koçberiyê ya Iraqê li bara vegeryana 320 malbatan bo bajarê El-Qaimê li parêzgeha Enabrê û bajarê Ezîz li parêzgeha Selahedînê li vî welatî agahî dabû.
Artêşa Iraqê 5 Cotmeha 2017` an raghand ku hêzên vî welatî bajarê Hewîcê û derdora wê ji lepên DAIŞ`ê azad kirin.
Koma terorîstî ya DAIŞ`ê, Hezîrana sala 2014`an kontrola bajarê Hewîcê li rojava Kerkûkê û çar beşên wê girtin dest xwe.
Hewîce yek ji meqerên sereke yên DAIŞ`ê li Iraqê bû û ev koma terorîstî di dema dagirkirina vî bajarî cinayetên bi xof li dijî xelkê wê cih anî.