Hilkolandina kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji aliyê Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283639-hilkolandina_kirîna_sîstema_mûşekî_ya_s_400_ji_aliyê_iraqê
Îbrahîm El-Ceferî, wezîrê karên derev yê Iraqê got: Bexda mesela kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ê ji Rûsiyê hildikole.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2018 08:01 Asia/Tehran
  • Hilkolandina kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji aliyê Iraqê

Îbrahîm El-Ceferî, wezîrê karên derev yê Iraqê got: Bexda mesela kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ê ji Rûsiyê hildikole.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Îbrahîm Ceferî roja çarşemiyê li nava koma  nûçegîhanan bal kişand  ser vê yekê ku  Iraq li çarçoveya  paarstina rêz û hurmeta  berpirsiayriyên navçeyî û navneteweyî li dû bidestxistina  her cure çek û sîlehan ji bo xurtkirina  ewlehî û hêzên  çekadr ên xwe ye û got: Hîn  biryara eseh li bara  kirîna  sîstema  mûşekî ya S-400 ji Rûsiyê nehatiye dayîn.

 Gotinên El-Ceferî li bara  hilkolandina  mijara kirîna  sîstma mûşekî ya S-400 ji Rûsiyê ji aliyê Iraqê li halekê ye ku  Hîsêr Noert, berdevkê wezareta karên derev ya Emerîkayê pêşneşmyiê şeva heftiya derbasbûyî, 22 Sibatê li bara dûhatên  kirîna muhtemel a sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsiyê hişyarî da dewleta Bexadyê.

Hîsêr Noert, berdevkê wezareta karên derev ya Emerîkayê got: Waşengtonê bi piraniya welatan re li bara  naveroka qanûna `` rawestana  li ber dijminên  Emerîkayê ji riya  boykotê`` û dûhatên  girêdana peymanên  eskerî yên van welatan bi Rûsiyê re gotûbêj kir.

 Qanûna Katsayê, 29 Çilla 2018an  bi fermî cih hat. Ev qanûna  vê desthilatê dide dewlat Emerîakyê ku welatekî sisyan ji ber peymanênku bi şîrketên  beşa eskerî ya Rûsiyê wajo dikin, boykot bikin, qanûan Katsayê qanûnek e ku bi awayekî taybet sê welatên  Rûsiye, Koreya abkurî û Îranê dixe ber boykotê.

Katsayê, Tîrmeha buhurî li kongira Emerîkayê pjirand û li 2 tebaxa 2017`an  bi wajokirina Donal Trump serokkomarê Emerîkayê bû qanûn.