Ebadî xwest ku hemî boykotên pêşbirkan li werzişgehên Iraqê bên rakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283621-ebadî_xwest_ku_hemî_boykotên_pêşbirkan_li_werzişgehên_iraqê_bên_rakirin
Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, êvara çarşemiyê piştî dawîbûna pêşbirka bi dostanî ya fûtbola Iraq û Erebistanê li bajarê Besreyê li daxûyaniyekê, daxwaza rakirina tam a boykota pêşbirkan li werzişgehên vî welatî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2018 04:47 Asia/Tehran
  •  Ebadî xwest ku hemî boykotên pêşbirkan li werzişgehên Iraqê bên rakirin

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê, êvara çarşemiyê piştî dawîbûna pêşbirka bi dostanî ya fûtbola Iraq û Erebistanê li bajarê Besreyê li daxûyaniyekê, daxwaza rakirina tam a boykota pêşbirkan li werzişgehên vî welatî kir.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Heyder Ebadî dê vê daxûyaniyê de diyar kir: Lidarxistina serketî ya pêşbirka bi dostanî ya fûtbola Iraq û Erebistanê, nîşana  hebûna ewlehî û aramiyê û amadetiya werzişgehên  Iraqê ji bo mazûvaniya pêşbirkan e.

 Tîma neteweyî ya Iraqê li vê pêşbirka bi  dostanî karî ku 4-1 tîma neteweyî ya Erebistanê işkest bide.

 Selman Bin Îbrahîm Alê Xelîfe, serokê konfederasyona  fûtbola Asiyayê roja çarşemiyê beriya destpêbûna  leyîza bi dostanî ya tîmên neteweyî yên Iraq û Erebistanê li werzişgeha  bajarê Besreyê gotibû: wextê rakirina  boykota lidarxistina  pêşbirkan li werzişgehên  Iraqê hatiye.

 Fîfa  bi salan e ku boykota lidarxistina  pêşbirkên navneteweyî li werzişgehên Iraqê cih tîne.

 Ev rêxistina asta van boykotan ji par ve kêm kir û  hêla ku pêşbirkê  dostane yên navneteweyî li sê werzişgehên  vî welatî li bajarên  Besre, Kerbela û Hewlêrê werin li dar xistin, lê werzişgehên  Bexdayê tim  ketibûn ber  boykotan.