Ebadî: Em jibo derxistina bermayîyên DAIŞ`ê planeke nû cih tînin
Serokwezîrê Iraqê basa planeke nû jibo derxistina paşmayîyên DAIŞ`ê ji axa vî welatî kir û got: Hêzên bîyanî tu cîgehek li vî welatî tinene.
Li gorî rapora Somerye News`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li civîna çapemenîyê li Bexdayê got: Hêzên navnetewî li Iraqê bi rizamendîya dewleta vî welatî kar dikin. Wî got: Sînorên Iraq û Sûrîyê tam di nava ewlehîyê de ne û hêzên ewlehîyê yên Iraqê tam li van sînorana serdest in.
Serokwezîrê Iraqê pêgirî li ser dewama opêrasyona pakijkirina axa vî welatî ji têrorîstên DAIŞ`ê kir û têkildarî hevkarîya digel Întêrpolê di warê veguhestina sûckaran û sermîyanan bi rêya sînoran û meyla wan ji bo piştgirîya zêdetir di vî warî de agahî dan.
Ebadî li dewama axavtina xwe bal kişand ser lidarxistina hilbijartinên parlimana vî welatî jî û got ku pêngavên lidarxistina hilbijartinên şefaf li deverên ji lepên DAIŞ`ê azadkirî didomin.
Serokwezîrê Iraqê herwisan ragihand di pêşerojeke nêzîk de yê rêketinameyekê digel rayedarên Herêma Kurdistanê jibo destpêkirina derfirotina nifta Kerkûkê bi rêka Bendera Cêyhan a Tirkîyê wajo bike û pêgirî kir di navbera dewletî û alîyê kurd de ji bo destpêkirina derfirotina niftê hevdengî heye û her du alîyan li hev kirin ku nakokîyan çareser bikin. Ebadî herwiha got ku di vî warî de bi Enqerê re jî niha gotûbêj pêk tên.
Serokwezîrê Iraqê li dawîyê got ku dewleta navendî ji bo wergiritna amara deqîq a karmendên Herêma Kurdistanê hin komîte şandine Herêma Kurdistanê û ew dê bi zûtirkê encama hilkolandina xwe ragihînin.