Stratêjiya demdirêj a Amerîkayê, lawazkirina artêşa Iraqê ye
Koma berxwedana îslamî ya Esaib Ehlê El Heq, roja sêşemiyê ragihand ku stratêjiya demdirêj a Amerîkayê, dibe sedema lawazbûna artêşa Iraqê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Mehmûd El Rebîyî, endamê nivîsgeha siyasî ya Esaêb Ehlê El Heq, got: Amerîka ji sala 2003`an ve planeka demdirêj ji bo lawazkirina artêşê û bidestanîna hêza leşkerî ya li Iraqê darêştiye.
Mehmûd El Rebîyî, herwiha got: Helwêst û reftarên Amerîkayê hertim di çarçoveya lawazkirina artêşa Iraqê de bûye û hewl hatiye dayîn ku ev hêza bibe hêzeka lawaz û nekara ya leşkerî.
Endamê nivîsgeha siyasî ya Esaêb Ehlê El Heq, pêgîrî kir: Amerîkayê dema şerrê dijî Koma Terorîst a DAIŞ`ê, ji Artêşa Iraqê re çek, alavên cengê û tankan dabîn nekirin û tenê li dawiyê şêrr, pişkek ji van çekan firotine artêşa Iraqê.
Hin berpirsên amerîkî vê dawiyê îdia kirine ku leşkerên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê, wê ji bo demeke dirêj li wan deran bimînin.
Ev helwêsta rastî berteka tund û nerizamendiên li Iraqê hatiye û gelek nûnerên parlimana Iraqê ji Bexdayê xwestine ku demlidest dosya hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê girêde.
Amerîka di sala 2011`an de leşkerên xwe ji Iraqê derxistin, lê di sala 2014`an de û piştî pêkanîna DAIŞ`ê, careka din ew şandine Iraqê bi awayekî ku niha nêzî 5000 leşkerên amerîkî li Iraqê hene.