Hilkolandina mijara hebûna eskerên amerîkî li Iraqê ji hêla endamên parlimana Iraqê ve
Nûnerê Feraksiyona hevalbendiya netewî li parlemana Iraqê got: Hinek ji nûnerên parlemanê dil hene li ser dosiya hizûra eskerî ya Amerîka li nav axa Iraqê lêkolînê bikin û pêşniyarên xwe li vê barê radestî dewleta Bexdayê bikin.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ferat El-Şeri nûnerê Feraksiyona hevalbendiya netewî li parlemana Iraqê îro duşemê destnîşan kir: Hizûra eskerî ya Amerîka li nav axa Iraqê ku hejmara wan nîzikî 9 hezar kes e, bûye sebeba nîgeraniya xelkê li kombûnên giştî û siyasî.
Ferat El-Şeri ragihand ku Amerîka bi hizûra xwe ya eskerî li nav axa Iraqê li fikra hedef û armancên xwe li nav Iraqê û li navçê ye û hebûna aloziya nav Iraqê kiriye mihane bona ku eskerên xwe li nav welatê me ragire .
Ednan Esedî nûnerê dine parlemana Iraqê jî got: Niha tu hewcetiyek bi hizûra eskerî ya amerîkiyan li Iraqê tune û parlemana Iraqê îzna mayîna eskerên amerîkî li nav axa Iraqê nade.
Serokê Komîsyona ewlehî û berevaniyê yê parlemana Iraqê jî pêştir ragihandibû ku ji ber kutabûna şerê li hember terorîstên DAIŞ`ê li Iraqê, bicihbûna zêde ya eskerên emerîkî cihê pirsê heye.
Hakim El-Zamolî destnîşan kir ku eva ku em fikir bikin Emerîka ji bo parastina ewlehiyê û pêvajoya siyasî hatiye Iraqê, fikreke şaş e.
Serokê Komîsyona ewlehî û berevaniyê yê parlemana Iraqê diyar kir: Ji ber van muzakiran nebû ku hejmareke zêde ji hêzên emerîkî ji Iraqê li sala 2011an çûn, belkî komên berxwedana Îslamî ay Iraqê bûn sedem eskerên Emerîkayêji Iraqê derkevin.
Ev helwêsta emerîkiyan ku li berûvajiya xwesta dewletê û tevgerên siyasî û raya giştî ya Iraqê ye, rastî dijberî û kerb û kîna giştî li nava Iraqê hatiye.
Hêzên emerîkî ku li sala 2011`an ji ber işkestên berdewam, neçar man terka axa Iraqê bidin li sala 2014`an bi mehna rawestana li ber DAIŞ`ê û tev hevalbendiyeke navneteweyî cardinê derbasî nava Iraqê bûn.