Partiya Îslamî ya Iraqê dev ji hilbiajrtinê berda
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283323-partiya_Îslamî_ya_iraqê_dev_ji_hilbiajrtinê_berda
Partiya sunne ya Îslamî ya Iraqê bi serokatiya Eyad El-Samerayî raghand ku li hilbijartinên pêşerojê yên vî welatî ti bebijareke xwe tine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2018 12:28 Asia/Tehran
  •  Partiya Îslamî ya Iraqê dev ji hilbiajrtinê berda

Partiya sunne ya Îslamî ya Iraqê bi serokatiya Eyad El-Samerayî raghand ku li hilbijartinên pêşerojê yên vî welatî ti bebijareke xwe tine.

 Li gorî rapora  Fars Newsê, partiya Îslamî ya Iraqê  raghand ku beşdarê hilbiajrtinên  pêşerojê li welêt neke û raghand ku endamên vê partiyê dikarin ser navê lîsteyên hilbiajrtinên yên din xwe bikin berbijar.

 Li gor daxûyaniya  vê partiyê ku li navenda  nûçana  Mewazîn Newsê hat weşandin, konseya  navend ya  vê partiyê piştî civîna xwe ya dewreyê, biryar  da ku  beşadrê hilbiajrtinên  pêşerojê nebe lê endamên  wê mafê berbijariyê ji riya  lîsteyên din ên hilbiajrtinê hene.

 Li gorî vê daxûyaniyê , endamên vê partiyê dikarin xweser  beşdarê hilbiajrtinê  bibin û azad in u bibin berbijar. Lê ev partiya  dê çavdêriya  pêvajoya hilbiajrtinên pêşerojê û qonaxên  curbicure wê bike.

 Partiya Îslamî ya Îranê ku piştgiriya  suneyan dike di dewamê de  ser giringiya  hilbiajrtinên  pêşerojê teqez kir ji ber ku  ev hilbiajrtin dê meydana  siyasî ya  welêt kivş bike.  Ev hilbiajrtin derfetek e ji bo peydakirina  şaştiyên  berê û cebirandina wan e.

 Ev partiya li sala 1960`an  bi serokatiya Neman Ebd Rezaq El-Samerayî hat damezrandin û li sala 1991`an  li Londonê cardinê hat avakirin û serê axir  li sala 2003`an  rasterast di Iraqê de xebata xwe da destpêkirin. Li sala 2011`an jî Eyad El-Samerayî seroktiya wê girt istûyê xwe.

 Partiya El-Dewe ya  Iraqê jî li 13 Çillê di biryareka hem  bi vî rengî raghand ku  wek partiyeka siyasî li hevalbendiyên  siyasî û hilbiajrtinê ya tomarkirî,  beşdar nabe lê endamên wê dikarin bi awayekî xweser û takekesî û en partiyeke li lîsteyên  hilbiajrtinê ya heyî bibin  berbijar.