Êrişa terorîstan ser meydana niftê li bakura Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i283321-Êrişa_terorîstan_ser_meydana_niftê_li_bakura_iraqê
Terorîstan êriş kirin ser meydana niftê ya Xebaz li parêzgeha Kerkûkê li bakura Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 25, 2018 12:23 Asia/Tehran
  • Êrişa terorîstan ser meydana niftê li bakura Iraqê

Terorîstan êriş kirin ser meydana niftê ya Xebaz li parêzgeha Kerkûkê li bakura Iraqê.

Televîziyona El-Hedes îro ragihand ku Terorîstan êriş kirin ser meydana niftê ya Xebaz parêzgeha Kerkûkê ya bakura Iraqê ku di encama vê êrişê de du polîsan jiyana xwe ji dest dan û sê kes jî birîndar bûn. Koma terorîst a DAIŞê berpirsyariya vê êrişê girte sikura xwe.

Li gor nûçeyeke din derheq parêzgeha Kerkûkê polîsê vê parêzgehê ragihandibû ku serê sibeha îro xwekujekî li Kerkûkê li nava baregeheke Esayîb Ehlê Heq ya ser bi Heşda Şebî ku ew baregeh nêzikî cihê ofîsa YNKê ye, xwe teqand û hejmarek ji welatiyên iraqî kuştin û çend kesên din jî birîndar kirin.

Çavkaniyên ewlekariyê jî diyar kirin ku hêzên Heşda Şebî êrişkarê xwekujek piştî êrişa ser bargeha hanê kuşt.

Çavkaniyeke din jî diyar kir ku hêzên leşkerî yên Iraqê zêde ji 100 kemendên teqandinêb yên komaterorîst a DAIŞê li parêzgeha Enbarê peyda kirin û ew ji kar xistin.

Dewleta Iraqê li 21 Kanûna 2017 ragihand ku koma terorîst a DAIŞê li Iraqê têk çûye, lê belê êrişa hin paşmayiyên wê li hin deverêbn Iraqê hîn berdewam dike.