Cejna neteweyî ya Qaremanîya Guleşta Îranê
Îlon 24, 2025 12:17 Asia/Tehran
Cejna neteweyî ya Qaremanîya Guleşta Îranê êvara Sêşemiyê, 23ê Îlona 2025an, bi amadebûna Elîreza Debîr Serokê Federasyona Guleştê, Ezîz Nesîrzade Wezîrê Berevanîyê, Elîreza Zakanî Şaredarê Tehranê û mîdalhênerên guleştê bi pêşwazîya germ a xelkê werzîşdost ê Îranê li Stadyûma 12-hezar kesî ya Werzîşgeha Azadîyê hat lidarxistin.
Bo cara yekem di dîroka guleşta Îranê da, tîmên neteweyî yên guleşta Azad û Ferengî yên Îranê bi awayê hevdem di pêşbirkên cîhanî bi mazûvaniya bajarê Zagriba Krowasiyê bûn qaremana cîhanê.