Tîrmeh 19, 2025 11:08 Asia/Tehran
  • Bihûk; navciyên giring ên zincîreya biyotîk

Bihûk wek navê giştî ji bo hemû cûreyên kêz û mêşan bi zêdetirî yek milyon cûreyî, koma herî mezin a bûneweran li ser Erdê ye ku li pirraniya jîngehan di nav de Daristanên Hîrkaniya û kêlgehên birinc anku Şalîzarên bakûrê Îranê jî hene. Pêkhateya leşî ya berxwedêr û şiyana zêde ya sazbûna bi hawîrdorê ra, mayîn û jinavneçûna wan misoger kiriye.

Hin cûreyên weke Minminîk, Moz, Mîro, Zeleqûnk (Zencere an jî gosan) û Mîrole roleke giring di reşand û belavkirina tozikên gul û giyayan, çêkirina rêgehên hewa di nav axê da û parçekirina pêkhateyên organîk hene.

Li nav zeviyên Kolzayê, Kêzika Serxortûmî ya Qurmikxor (Stem weevil), Kêçên Giyayî, Moza Pelxor a Şêlimê, Bizûza Pelxor a Pembûyê hatine dîtin. Guherînên keşûhewa, bikaranîna madeyên kîmyayî û jinavbirina jîngehan bûye sebeb çirratiya van cûreyan kêmtir bibe. 

Minminîk wek pîvera tenduristiya jîngehê tên naskirn û kêmbûna gelheya wan nîşaneyek ji aloziya ekolojîkî ye. Cihêrengî û pirrcûrebûna bihûkan li devera Mazinderanê ya bakûrê Îranê sermiyaneke jîngehî ye ku parastina wê ji bo mayîndebûna jîngehê û ewlehiya xwarekê pêwîst e.

Serepeyv