Çile 24, 2024 17:41 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi hevtayê xwe yê Tirkiyê re

Ayetullah Seyîd Îbrahîm Reyîsî ku ser vexwendina fermî ya hevtayê xwe yê Tirkiyê bo beşdariya li  8-emîn civîna hevkariyên Îran û Tirkiyê sefera  Enqerê kiriye, ji aliyê Erdogan ve bi fermî hat pêşwazîkirin.

Ayetullah Reyîsî her wiha dê bi Serokomarê Tirkiyê re hevdîtin û gotûbêj bike û piştî wê jî dê 8-emîn civîna Konseya Bilind a Hevkariya Îran û Tirkiyê dê were lidarxistin.
Her wiha di vê seferê de, her du serokkomar  dê li  civîna hevpar a çalakvanên aborî yên Îran û Tirkiyê de beşdar bibin û di dawiyê de jî,  di civîneke rojnamevaniyê de encamên rawêjkariyên xwe bi amadebûna medyayan bixin ber behs û nîqaşê.
Her wiha biryar e  Ayetullha Reyîsî di vê seferê  de  bi îraniyên rûniştiyê vî welatî jî hevdîtinê pêk bîne.

 Biryar bû ev sefer roja pêncşemiyê 15ê Befranbarê  cih were, lê ji ber cinayeta terorîstî li Kirmanê hat paşdexistin.

 

 

Serepeyv