Civîna BRICSê li li Afrîqaya Başûr, ku endamtiya Îranê di vê hevpeymaniya aborî de hat pejirandin.
Tebax 26, 2023 16:57 Asia/Tehran
BRICS di sala 2001an de hat avakirin. Çar hêzxurtên aborî yên teze derketî yên cîhanê, Brazîl, Rûsiye, Çîn û Hindistanê plana avakirina koma BRICS xistin rojevê. Di dawiyê de, Koma BRIC di 16ê hezîrana 2009-an de bi fermî hat damezrandin û bi zêdekirina Afrîqaya Başûr di 21-ê îlona 2010-an de, navê wê ji BRICê veguherî û bû BRICS.