Adar 05, 2023 16:43 Asia/Tehran
  • Pêşbirkên guleştê li Bulxaristanê; 4 guleştkirên îranî derbasî fînalê bûn

Qonaxa berayî ya sê kêşên duyê yên Pêşbirkên Navneteweyî yên Guleşta Azad û Ferengî ya Kûpa Danklof û Nîkolay Pêtrov, şeva buhurî li bajarê Sofiyayê yê Bulxaristanê hat lidarxistin ku 4 guleştkirên îranî derbasî fînal û rêzbendiyê bûn.

Di dawiya pêşbirkeyên berayî û di guleşta Azad da “Hadî Wefayîpûr” di kêşa 86 kîlogremê da û “Mistefa Toxanî” di kêşa 125 kîlogremê da derbasî fînalê û “Daniyal Şerî’etî” di kêşa 97 kîlogremê da derbasî pêşbirka rêzbendiyê bûn.

Di guleşta ferengiyê da jî “Seccad Ebbaspûr” di kêşa 60 kîlogremê da derbasî pêşbirka rêzbendiyê bû.

Pêşbirkên rêzbendî û fînalê yên kêşên hanê jî dê îşev werin lidarxistin.

 

Serepeyv