Rojîgirtin di temenê 80 saletiyê da
Nîsan 17, 2021 18:11 Asia/Tehran
Hecî Husên Dêhqan bi nasnavê Husên Esqer kalikekî 80 salî ji Yezdê ye ku di rojên germ ên biharê di meha pîroz a Remezanê da bi rojî rêya dirêj a malê heta zeviyên xwe bi duçerxeyê diçe û di heyama rojê da jî karê cûtkariyê dike.
Heza wî ya karkirinê sal û temen ji bîra wî biriye û tevî ku zêdetirî 80 salî ye, ji sibê heta êvarê dixebite û bi zikr li benda kêliya fitarê dimîne.
Dema azanê Hecî Husên diçe huseyniyeya Muhemed Avayê û destpêkê nimêja komî cih tîne û hema li wir bi avxurkeke ava kel fitar dike û paşê berê xwe dide malê.