Baxê Ferdows a Tehran
Adar 01, 2021 11:08 Asia/Tehran
Baxê Ferdows yek ji wan bina û avahiyên herî berbiçav û balkêş li Tehranê ye ku rûbera wê 20,000 metrên çarkonc e, û ew vedigere serdema Qacar. Muhemed Şahê Qacar ferman da ku vî bax û avahiya têde bê çêkirin. Piştî mirina Muhemed Şah, Nassiredîn Şah baxê Ferdows da keça xwe.
Dema meriv li biharê li Baxê Ferdows û darên wê yên kevn temaşe dike, bêhna wî vedibe û dilê wî xweş. Rêveçûna li dîroka zindî ya huner û Mêmarî û avahîsaziya îranî, di bin siya darên hêşîn û hewaya hênik û xweş de, pêkhateyek e ku mirov dil nake jê dûr keve.