Avahiyên herî kevn ên Tewrîz
Sibat 21, 2021 23:29 Asia/Tehran
Bajarê Tewrîz di dîrokê de yek ji bajarên herî bi efraz û nişêv ê Îranê ye. Bajareke ku li sedsalên sêyemîn û çaremîn ên mîladî hatiye avakirin.
Tewrîz bajarekî tijî şûnewar û abîdeyên dîrokî û çandî ye wekî hemama Nober, yekem û mezintirîn salona xwarinê ya kevneşopî ya Tewrîzê, Bazara Tewrîzê, bazara sergirtî ya herî mezin a cîhanê, Mizgefta Kebûd, Fîrûzeya Cîhana Îslamê û Mizgefta Mezin a Tewrîzê, Erga Tewrîzê an Erga Elîşah, Birca Yaneqîn birca yekemîn a agirtemirandina Îranê, Gora Helbestvanan ku Gora 400 Helbestvanên Navdar tê de ye, Seyrengeha Eynalî.