Sibat 15, 2021 14:41 Asia/Tehran
  • Iran Mall a Tehranê, navenda herî mezin a kirrînê li Rojhilata Navîn

Iran Mell a Tehran kompleksek piralî ye û ji tevliheviyek bazirganî bêtir, ew avahiyeke avabûyî bi mîmariya îranî-kevneşopî û nûjen a hevbeş e ku gelek pêdiviyên çînûqatên mirov dabîn dike.

Yek ji ecêbên Îran Mall dîmena wê ya sipehî û balkêş e, ku ji her aliyekî ve mirov dikare bêhempabûna wê bibîne. Ji derveyî, Îran Mall xwediyê xuyangeheke nûjen e ku avahiyek kevirîn û camîn(şûşeyî) heye ku li Îranê kêm mînak e. Ji aliyê din ve, li deverên curbicur ên hundirê vê avahiyê, nîşanên mîmariya kevneşopî hatine bikaranîn.

Dibe ku meriv dikare bibêje ku seyrûseferên li Iran Mallê mîna rêwîtiya li bajarokekî piçûk e ku xwediyê her cure servîs û  karûbaran e, yek ji navdartirîn deverên Iran Mallê baxçeyê pirtûkan ê berhevokê ye, ku xwediyê dîmeneke ecêb û balkêş e. Di vê baxçeyê pirtûkan de nêzîkê 50,000 pirtûk hene û ji bo xwendinê mas û kursiyên rehet hene.

Parçeyên din ên vê berhevok û avahiyê mirov dikare balê bikişîne ser Hyperstar, pêşangeha otomobîlan, klûba werzîşê, Pîsta (qada) cemedê, kafeya sînemayê, galeri û Fûtkurtê.

Iran Mall ji rojava ber bi rojhilat ve li ser Rêya Şehîd Xerazî ye, negihêştiye jêderketina Gola Çîtger e.

Serepeyv