Sûlava Xwînê li Cemsera Başûr
Sibat 05, 2021 00:30 Asia/Tehran
Di beşeka navçeyên rojhilatî yên Cemsera Başûr, sûlaveke bi rengê sor diherike ku wek cihûka xwînê li ser sipîtiya cemedên vê navçeyê tê xuyakirin.
Cara yekem sala 1911ê erdnasekî bi navê Girîfît Teylor bi vê sûlavê hesiya. Jibo zanîna çimayiya vê diyardeyê divê em vegerin 5 miliyon salan berê. Dema ku ev cemed kete ser goleke tijî mîkrob. Ji ber nebûna ronahî û oksîjenê, ava golê bi xwê û hesinekî pirtir tîrtir bû. Asta şûrbûna avê ku hema bêje sê qatan zêdetir ji ava Oqyanûsan bû, rê li ber cemidînê girt û hesinê di golê da rengê sor çêkir.
Bi vî awayî di dem û gavine salê da tevgera ava sor ji nav qeliştîkên cemedê derdikeve û li gorî gelekan dişibe xwînê.