'Mala Kurd' li Sineyê
Mijdar 18, 2025 15:04 Asia/Tehran
Navê 'Îmareta Asif' li bajarê Sineyê yê navenda Parêzgeha Kurdistanê ji sala 2003an va bo 'Mala Kurd' hat guherandin û karayîya wê jî hat guhertin û ji bînayên herî kevn û binirx ên dîrokî li vê parêzgehê ye ku di çar heyaman da hatiye avakirin û temamkirin.
'Mala Kurd' dikare wek gencîneyaçand û huner û dîroka xelka Kurdistanê were zanîn ku roja îro wek Mûzexaneya Gelnasiyê li bajarê Sineyê mazûvaniya serdaner û geştyaran dike.