Serdarê şehîd hac Qasim Sulêymanî
Serdarê şehîd hac Qasim Sulêymanî roja 20ê meha Sfenda sala 1335an a Koça Rojî li şaristana Raborê ya ser bi parêzgeha Kirmanê di eşîra Sulêymanî da ji dayîk bû.
Serdarê şehîd hac Qasim Sulêymanî di sserdema şerê Îran û Iraqê da fermandarê leşkera 41ê ya Sarellahê û ji fermandarên operasiyonên Welfecra Heşt, Kerbelaya Çar û Kerbelaya Pênc bû.
Serdarê şehîd hac Qasim Sulêymanî sala 1379an a Koça Rojî ji aliyê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî va wek Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî hat tayînkirin.
Çalakiyên Sipaha Qudsa Îranê bi fermandetiya Hac Qasim Sulêymanî li kêleka têkoşînên dijî komên terorîst di dawiyê da bû sebeb ku DAIŞ li welatên Iraq û Sûriyê ji nav biçe.
Di roja 19ê Sfenda sala 1397an a Koça Rojî da Ayetullah Xamineyî, nîşana Zolfeqarê wek Nîşana leşkerî ya herî bilind a Îranê xelatî serdar Sulêymanî kir. Li gorî rêziknameya xelatkirina nîşanên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê, ev nîşan bo fermandarên payebilind û serokên erkantiyên payebilind di hêzên çekdar da tê xelatkirin û tevdîrên wan di plandarêştin û rêveberiya operasiyonên cengî bûbin sebeba pêkhatina encamên dilxwaz. Berbanga roja Îniyê, 13ê meha Dêyê ya sala 1398an a koça rojî di êrîşa mûşekî ya helîkopterên amerîkî li sser du erebeyan li derdora balefirgeha Bexdayê, serdar Qasim Sulêymanî Fermandarê Sipaha Qudsê û Ebû Mehdî El-Muhendis cîgirê Heşda Şeibiya Iraqê û çend kes ji endamên Heşda şeibiyê ketin ber êrîşê û şehîd bûn.