Gundê Olseblengahê Masal behêştekli nav çiyayên Gîlanê
Sibat 07, 2021 11:23 Asia/Tehran
Gundê Olseblengahê Masalê pirtir wekî wêneyên Kartpostalên derveyî ye, li vî gundî hertişt hêjayî dîtin û temçaşekirinê ye, ji erdê bigire heya esmîn, gişk wêneyên balkêştêxin berçavan.
Li Gilan, 28 km li başûrê rojavayê Masal û nêzîkê 1490 metriya ji behrê, hûn dikarin gundê Olsbelangaha Masal bibînin. Piştî ku hûn ji Masalê derketin da ku bigihîjin vî gundî, divê hûn bikevin riya ku diçe gundê Gilvan. Piştî ajotina makînê heya 28 km, hûn ê bigihîjin cihê hedefa xwe.
Li vî gundî, mîna gelek deverên din ên Gîlanê, avhewa wê ne pir germ û ne jî pir sar e û dê sibê û êvarê hinekî sar bibe. Di hemî demsalan de çûna vî gundî xêra xwe heye; Lê ji ber şert û mercên hewayê, havîn dê dema çêtirîn a gerê be.